NEWROZ

نوروز


27/10/2007

DAXUYANİYA HEVBEŞ 

24.10.2007

Enqere

Ev bûyerên elîm yên van rojên dawiyê pêktên ko me jî pir xemgîn dikin; gelê me jî anîye xaleyanê. Lehiyên hisî yên ko ji kîn û nefret û întiqamê dertên, adeta bûye dînîtîyek civakî. Di rewşên weha de bi eqlêselîm tevger kirin û li hember lehiya hisî rawestin gelek zahmet e. Lêbelê heke pêşiya wê neyê girtin; ev dînîtîyên civakî, dikarin bibin sebeba felaketên mezin û encamên qet neyên xwestin derxin meydanê. Roj ne ew roj e ko mirov bikeve ber lehiya hisîyatê û wê bûştir bike. Roja bi eqlêselîm tevger kirinê ye.

Biryara TBMM’ê (Meclisa Netewiya Turkîye) ko desthelatiya li derveyî tixuban operasyon kirinê dide hukûmetê, bi hêceta pêşîya êrîşên çekdarî yên PKK’ê rawestandinê ve girêdayî ye. Heke operasyona derveyê tixub, di derveyê vê armanc û hêcetê de, bê bikaranîn dê meşrûîyeta xwe winda bike.

Li gorî dengên ji doralên şoven yên nijadperest ko rayedar û nerayedar derdikevin, divê armanca operasyona derveyê tixub, ji PKK’ê bêhtir, berê xwe bide “Gerînendîya Federe ya Herêma Kurdistanê”. Hê jî wêdetir; gerek bi hêceta herêma asayîşê, erd jî bête vegirtin. Operasyonek bi vî awayî; dê bi PKK’ê tenê nemîne, rasterast dê li hemberê heyîna Kurdên İraqê be. Di heman demê de, dê li hember Dewleta İraqê û li hember DYA (Dewletên Yekbûyîyên Amerîka) be ko li İraqê serdest e. Operasyonek bi vî awayî, dê bibe macerayek bêbinî û nediyar e ko wê dawiya wê bigihe ku derê.

Tevgerek ko rasterast heyîna Kurdan bike armanc, dê di parastina yekpareyîya Turkîye de birînên kûr yên bêderman veke. Ji her tiştî bêhtir Turkîye muhtacê parastina yekpareyîya xwe ye. Ev jî bi geşkirina rayên nijadperestî yên êrîşkar nayê parastin.

Kesên ne tu tişt, yên tu hisên desthelatdariyê hilnedayîn, dikarin li pey berjewendiyên rojane ko ji vê lehîya hisî qezenc bikin bibezin. Lêbelê; yên dahatuyê difikirin û hisên berpirsiyariyê hildigirin, nikarin bi nixafê herin agir. Di vê babetê de gelek bar dikeve ser milên çapemenîyê jî.

Erka bi basîret û bi eqlêselîm tevger kirinê ji berî her jesan dikeve ser hukûmetê ko biryara operasyonê dê ew bide û TSK (Hêzên  Çekdar yên Turkîye)  ko dê vê biryarê bîne cih. Lewre; fatûreya encamên menfî ewil dê ji van her du sazîyan re bê birîn.

Em yên ko şidetê red dikin û me awayên aşîtî yên demokratîk kirine rêberê xwe, bang dikin PKK’ê ko bila çekan dayne.

Ji bo pêkanîna aşîtîyek midomî, asayîş û aramîyê lazim e; dewlet dest ji siyaseta xwe ya înkar kirina Kurdan berde,, mafên meşrû û mafdar yên Kurdan bi cih bîne û sîyasetek nû dane ber xwe. Di vî warî de gavên berçav bavêje. Dewlet bi kîn û întiqamê tevger nakin. Ji bo dahatuyek çêtir dixebitin. Di binê rewşên menfî ko em jê aciz dibin û gilîyan dikîn tevan de bêçareser mayîna pirsgirêka Kurdan radize. Çareseriyek adil û meqûl ji pirsgirêka Kurdan re bê pêkanîn, dê bike ko welatiyên Komara Turkîye di aramî, asayîş û xweşîyek midomî de bi hev re bijîn.

Em bang her kesan dikin ko di vê rewşa asteng de bi eqlêselîm tevbigerin.

      Şerafettin ELÇİ                                                    Sertaç BUCAK

       Serokê Giştî yê                                                     Serokê Giştî yê

            KADEP                                                                     HAK-PAR

 Partiya Demokrasiya Beşdar                                         Partiya Maf û Azadîyan

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]