NEWROZ

نوروز


29/3/2008

Rûpelek ji dîroka hunera kurdî: Mihemed Şêxo û evîndariya Kerkûkê

Beşîr Sebrî Botanî

Havîna 1973-yê, rojekê piştî nîvro ez li ber dergehê xênî bûm, biyaniyekî bejinspîndar û tenbûrbidest, li gel du zaroyên kolanê ber bi xaniyê me ve dihatin, yekî got:

- Malyan eweye, Xwa hafîz kake.

- Zor supastan ekem, min got.

Êdî min zanî ku ew mêhvanê me bû û pirsa me dikir, lê min ne zanî ku ew kî bû. Ewî silav kir û min bi xweşhatina wî kir. Dayka min aveka tezî dayê, ewî jî bêhna xwe vedikir, temaşa li dîkor û wênên malê dikirin:

- Ez hevalê bavê we me, ez Mihemed Şêxo me, ewî bi dengekî nizm got.

- Ser seran, ser çavan! Me got.

- Pismam, min par guhdariya çavpêketina te li R’a Urdinê kir. Bi rastî stiranên te xweş bûn û naveroka programê jî baş bû, min bi serbilindî gotê.

- Ew program ne ya R’a Urdinê bû, lê belê ya R’a Lubnanê bû. Li Lubnanê ji hunermendên kurd re rê heye ku hunera xwe pêşkêş bikin, lê ne li Sûriyê , ewî bi xemgînî şirove kir.

- Erê tu çawan gehiştî mala me? Min jê pirsî.

- Rêka min dûr û dirêj bû. Bi kurtî çûm Silêmanî’yê nik kak Behrem Hacoyî, ew vêga li zanîngeha Silêmanî’yê xwendekar e. Bavê te jî ji min xwest ku ez bêm serdana we û ji bo karekî hunerî xwe berhev bikim, ewî got.

- Te Tîpî Silêmanî’yê dît? Min jê pirsî.

- Na, ji ber ku dema min ya vala kêm bû û armanc ew e ku xwe ji bo tomarkirinê berhev bikim û yekser xwe bigehînim R û TV’a Bexdadê. Û ez dê li vêrê jî baş prova xwe bikim, ewî got.

Dayka min ji bo berhevkirina şîvê ji odê derket û çû şîlanê. Hêdî hêdî bû dema vebûna TV’a Kerkûkê û bernamên kurdî; Ey hawar pa kak Şêxo çi şad bû! Birayên min yên ji min biçûktir wek Kîsra, Ezîz û Kaweyê pêncsalî pêre dipeyivîn û jêre li ser Kerkûkê û jiyana kerkûkiyan çîrok digotin. Û dema wî zanî ku Kîsra jî kemanjen e, pirr pirr lê xweş hat.

Kak Şêxoyî hingê kenalek kurdî ne dît; Homer Dizeyî û Tîpî Bawacî Koye soran in, Osman Xeyat û Tîpî Silêmanî şehrezûrî ne, Hisên Elî û Tîpî Sûlav germiyanî ne, Gulbihar û Îbrahîm Hesen badînanî ne, M. A. Cizîrî û H. Cizîrî botanî ne, Xelîl Elwendî luristanî ye. Dîsan programên çandî jî bi vî rengî bûn; seyda Mei’rûf Xeznedar û seyda Sadiq Amêdî û t.d. Li ser hindê re stiran bi zarava hewramî jî hebûn. Bi kurtî ji evîna azadiyê hiş di serê wî de ne ma, di wê şevê de jî xewa wî ne dihat û ji wî ve xewn e.

Beyana dûtra rojê dema dayka min nan dipat, min guhdariya R’a Bexdadê-Pişka Kurdî dikir. Gava Gulbuharê stirî, min dengê radyonê bilind kir û pê kak Şêxo hişyar bû.

- Bi rastî tenê kurdên Îraqê xwedanên welatê xwe ne, ewî got û serê xwe hejand.

Paşê dayka min ji kirrîna nîvişk, sertûk û mastî re çû bazarî. Piştî ku me têşt xwar, min kemana xwe deranî û jêre parçeyek muzîkî jenî, navê wê ”Çemî Rêzan” ya ku ji stirana ”Bezm e” peyda bû. Kak Şêxo pirr seyrgirtî ma û têr kenî. Gava ew dikenî yan gewza wî dihat, bejna wî ya zirav û dirêj hemû dilivî û dihejiya. Lê ewî di destpêkê de ji xweşiyê ne şiya wê parça balkêş bi min re bijene.

- Ev stiran, ya stiranbêjê mezin Hesen Zîrekî ye, min got.

- Ez dê parçekê bijenim eger bikarî bi min re bijenî, tu hunermend î, ewî got û jenî.

- Ya ku te lêdaye Lorkê ye, turkan rêk û pêktir kiriye, min got.

Hingê ewî zanî ku ez çanda folklorî ji dayik û xizmên xwe fêr bûm û ji nifşa nû ji kurdên Botan yên mişext her ez bi tenê pûte pê didim.

- Ez hêvîdar im ku kurdên Botan zarav, çand û cilên xwe yên şal û şapik baş biparêzin. Mixabin e ku pîrên wan ne mane û min botaniyekî resen wek we ne dîtiye. Ji arîşe û derdên sitemê ew sal bo salê winda dibin û na mînin. Lê eger bixwazî paşnavê xwe yê pîroz biparêzî, divê bingehê te folklora botanî be û cilên te jî şal û şapik bin… Ewî şirove kir.

Bedirxan paşa lo lo, lawê hejdesalî

Egîd û gernas î tu, rêzdar û delal î  (Folklora Deşta Mişarê-Dih-Sêrt-Botan)

Min bi vê stiranê bersiva wî da û piştî hingê jêre kada koma kurmancan ya govendê kir û albuma xwe nîşa wî da, lê xweş hat.

- Me jî komek li Lubnanê hebû, lê cilên me kirêt bûn. Şal û şapikên Botan spehî ne û hem jî bi huner in, ewî got.

- Dîtina te li ser vê parça muzîkî çi ye?

Min çend parçên muzîkî yên Qadî Şerroyî jêre jenîn, lê xweş hatin û bi rastî ewî ji min kurdîtir, pakijtir û xweştir jenî.

Paşê em ji piyasekirinê re çûn nîva Kerkûkê, kirrîna kasêtine vala û dîtina kerkûkiyan; yana kurdan, ya aşûriyan, ya ermeniyan, ya turkmanan, dukanên muzîkî û tenbûrên botanî yên 14-perdeyî difrotin, fêrgeha muzîkî ya hunermendê turkmanî Celal Al-wendî û nêzîk 90 % ji şagirdên wî kurd bûn. Li hemû dever, kolan û cadên Kerkûkê dengê muzîkê bilind bû. Dema kak Şêxoyî rastî bi çavê xwe dît, wesan got:

- Em îro bi saya serên şehîdên Kurdistanê û bi xêra Bavê Luqmanî piyasê dikin û ji xwe re digerin.

Ewî gelek babetên seyr li ser rewşa huner û hunermendên kurd li Sûriya û Lubnanê ji min re gêrran. Ya rastî kêşe û arîşên wan her wek çiyayên Kurdistanê xwar û xîç bûn û min guh li wan çîrokan ne bûn. Hema ji ber hindê ez li ber xwe ketim; min bala xwe da derdê wî û xwe da ber barê wî.

Piştî hingê (berî demjimêr 13.00) em çûn Kelha Kerkûkê û pirr geriyan, me firavîn jî li kebabxanekê xwar, ne tenê herzan bû, lê belê belaş bû. Ew jî, ji ber ku Şêxo mêhvanê me bû. Min du kasêt kirîn û jê xwest ku em bi otobusê vegerrin malê û ewî ne pejirand, lê belê li pey xwestina wî bû ku ew her tiştekî bi çavê xwe bibîne, êdî em ji Kelha Kerkûkê çûn Yana Sûlavê ya werzişî û hunerî.

- Tîpî Sûlavê ya ji bo hunera kurdî pirr navdar e. Endamên wê alîkariya koma me ya govendê dikin û ji me re muzîkeka resen û dewlemend dijenin. Muzîkvan û stiranbêjên wê gelek in û hemû jêhatî ne. Nuho koma me ya kurmancan li Kerkûkê baş cihê xwe girtiye û hemû bi saya serê klarnêtvanê hêja kak Şewket Reşîdî ye. Carcar malbata Dawûde ji me re zurrna û deholê lêdidin; Selah Dawûde û Fayiq Dawûde, min şirove kir.

Em piştre vegerriyan malê. Dostê me yê turkman kak Îmad Arslan û dostên me yên kurd kak Hel´o û kak Burhan Berwarî jî mêhvanên me bûn, lê cihê mixabinê bû ku kak Îzzeddîn Berwarî pirr mijûl bû, hema ji lew re ne hat. Ya rastî pirr keyfa wan bi hatina kak Şêxoyî hat. Paşê dostên me yên aşûrî jî hatin, her du bira Sergon û Yoxenne bûn, û em hemû li hewşê rûniştin. Hewşa me jî bexçeyekî zuha, ne rêk û pêk û her bêxwedan bû. Hêja Şêxoyî tenbûra xwe deranî, têlên wê guhartin, perdên wê rast kirin û ji me re stiranên hunermendê mezin Muhemed Ebdul-Wehabî stirîn; Ya rastî jê xweştir distirî. Ewî li ser hindê re muzîka turkî jî ji me re lêda, axiftin û dan û standin jî pirr xweş bûn.

- Hay dê rabe, em dê karê xwe bikin! Ewî bi germî biryar da.

Şêrkoyî teypa xwe anî, min seh kirê û dest bi tomarkirinê kir, ewî bê rawestan, bê westan û bê çewtî stirî…

- Pirr ne maye ku TV’a Kerkûkê dest bi weşanê bike û Pişka mayî careka dî, ewî got.

Gava me televizyon vekir, ewî bi serbilindî temaşa dikir, hingê televizyon li nik wî jiyan bû, her tişt bû. Me li televizonê dinêrrî û şîv dixwar, ewî jî ji me re kada jiyanê li Sûriya û Lubnanê dikir. Piştre min jê pirsî eger ew bixwaze mastî bixwe.

- Behra min hilîne, piştre ez dê bixwim, ewî got.

Min guhdariya wî dikir û mast dixwar, ewî jî çîrok û axivtinên xweş digêrran. Min jî hêdî hêdî behra wî jî xwar.

Kak Şêxoyî rahişt tenbûrê û dest bi jenîna muzîkê kir, wek stiranên hunermend Homer Dizeyî yên ku li ser morka rojavayî bûn bi morkeka kurdî û bi çêjek taybet dijenîn.

- Kak Homer Dizeyî li Kurdistana Îraqê balkêştirîn û xweştivîtirîn stiranbêj e. Hunerhezên wî ne tenê kurd in, lê belê turkman, aşûrî, ermen û ereb jî ji hunera wî hez dikin, min got.

- Dengê wî xweş e û hunera wî jî ciwan e, ewî got.

 

Kak Îmad Arslan dibêje:

Le yadim da, ke min peyvêk le goranîyêkî xoş le kak M. Şêxom pirsî (dirûdî Xway lê bê), ew wûtî ke em peyve û nawerokî goranîyêke hî kurdekanî çiyayîye, kone û ... Dan û sendin le gel’î berdewam bû, ew çi sextîyêk le hemû babetekanî cor be cor neyedît… Ew bo min sextî, lêdan û sitem le zîndanekanî Sûrîya da deygêrra û hemû le ber bîr û rayî xoy û hunerekey bûn, hî bo xelkêkî ke gwê lê egrin û hez be şêwey goranîwûtinî eken. Ewîş le ber bar û doxî aloz neytwanî ke xwêndinî xoy tewaw bikat yan karêkî tir bikat.

- Jiyana min tenê ji ber nijadperistiyê pirr tal û kavil bûye, kak M. Şêxo wûtî û dil’î min pêy sûta.

Kak M. Şêxo mirov bû, mirovêkî hêmin bû, min le gel’ ew piyawe çake danîştim, ewîş le ber zimanî hî xoş û şîrîn bû, mirovêkî zor kirawe bû, nawerokî hunerî xoy hî roşinbîrî û siyasî baş bo min şerhî ekird. Her le ber em hoyane, ême bûyn be dost û bira, bel’am nek le ber çi berjewendîyêk yan ciwanîyekey; ew lem bware da weku hunermendekanî Amêrîkayî ne bû. Hunermendî lêhatû mosîqay turkîşî bo min lêyda, çunke goranîwûtin karî min nîye, min le gel’î be dengêkî nesaz goranîm ewût.

Bazarê ”Tepey Mela Ebdul’a”

Me bazarek mezin li Taxa ”Tepey Mela Ebdul’a”yî hebû; gelek pertal û tişt û miştên herzan lê hebûn. Rojekê bêhna kak Şêxoyî teng bû, êdî em derketin derve, da ku li wî bazarî piyaseyekê bikin û tiştekî ji xwe re bikirrin. Em gerriyan; hirve-wêve me temaşa dikir, jêre kamîranî bû. Min jêre kada kalyarên (xiyarên ku dirêjahiya wan mitrek in) Kerkûkê kirin û ewî got:

- ”Pek û li vê ecêbê!” Beşîro ez dê ji derdê te bimrim. Tu dixwazî min dîn bikî? Xiyarên yekmitirî! Kî dê ji min bawer bike, eger ez jêre bibêjim.

… Me ezberî ji dukanekê kirrî, gava xwedanê wê zanî ku kak Şêxo kurdê Sûriyê ye, êdî buha ji me ne wergirt û got:

- Pare, werînagrim, nabê! Em biradere mîwan e.

Bi kurtî, dukandarî zanî ku kak Şêxo ji Kurdistana Sûriyê ye û tişt bê pare dan me. Kak Şêxoyî hosan got:

- Beşîro her bikene û li ser xatira min jî her dem bi belaşî bixwe.

Dema em vegerriyan malê min got:

- Evî dukandarî derdekî mezin hebû (kîrê wî ji aliyê bei’sîyan ve hat birrîn), rêka xwe girt û çû Şoreşê, da ku gilî û gazindên xwe, derd û kulên xwe, biryar û pêşniyazên xwe ji serokî re bibêje.

- Serok Barzanî, Xoşewîstî kurdekan, min le gel’ liq sê qisem kird, takû tol’ey xom

werbigrim, bel’am takû êsta welamim wernegirtuwe, ewî got.

- Çi bersivek? Serokî pirsî.

- Min demêk le zîndanî Kerkûkda bûm, le wê eşkence kirawim. Rojêk le paş eşkencedan ke be aga hatmewe, xwênim le mabeynî du ranî xomda bînî û temaşam kird ke amêrî piyawetîm birrawe. Ey hawar, dukandarî gêrra.

- Noke têt bîra min, min bersiva Partîyê da ku tu dê di mala xo ve rûnî û tolstandin ne karê te ye. Ew karê Partîyê bixo ye, Serokî got.

Kak M. Şêxoyî ji ber nermî û nazikiya dilê xwe ne hişt ku ez wê bûyerê bi tekûzî jêre bigêrrim (Dukandarî heşt kurr û keç hebûn û du ji wan pêşmerge bûn). Dema em gehiştin malê, me şîv xwar û li ser xatra wî careka dî em çûn derve serê girî (Tepey Mela Ebdul’a). Me ji wê derê dîmenek pirr ciwan û balkêş dît, ew jî agirê petrola Kerkûkê bû; bi şevê aliyekî Kerkûkê ronahî ye û aliyê dî jî tarî ye. Ewî ji evîna Kerkûkê stirî:

*Binêr ç’yayê Kerkûkê

Ho yeman, ho yeman

Xemilye weke bûkê

Ho yeman, ho yeman

Dilê m evîn hilanî

Ho yeman, ho yeman

Bijî serok Barzanî

Ho yeman, ho yeman (Nenas)

*Ev stiran di salên 1980-yan de ji aliyê stiranbêj Gulistanê ve hat tomarkirin. Lê navê serokê pak û dilovan Mistefa Barzanîyê nemir di vê stiranê de hat havêtin, her hosan navê hunermend M. Şêxoyî jî ne hat nivîsîn û stiranbêj Şivan Perwerî xwe bixwe kir xwedanê stiranê.

Paşê em vegerriyan malê, da ku li televizyonê binêrrin. Ewî temaşa dikir, dipeyivî û dipirsî:

- Çi deverek heye yan tiştek ku min li Kerkûkê ne dîtiye?

- ”Ev lê lê ye, hêj lo lo maye”. Ma te çi dîtiye? Li Kerkûkê se jî difirrin, min got.

- Derrewên biçûktir bike, da ez ji te bawer bikim. Erê kûçikên Kerkûkê wek te mast û nên dixwun? De ka ji min re stiranine xweş yên devera Germiyan lêbide, ewî xwest.

Min stirana ”Amoza gyan”, jêre jenî û nivîsî. Piştre du stiranên kak Beşar Zaxoyî; ”Ez kiç im kiça gundan im” û ”Ey felek”, her wesan stirana ”Aso” ya hunermend Tehsîn Tahayî jêre nivîsîn.

Her erom erom, dil’ im elerzê, amoza gyan

Lêm be cê mawe, min gerdin berzê, amoza gyan

Amoza to bal’aberz î, Amoza to bo min ferz î   (Millî, Germiyan)

Û dîtina te li ser vê heyranokê çi ye? Min jê pirsî.

*Çi derdekî bê derman î

Ey hawar, min ne dizanî

Wey te çi b’ serê min anî

Kurko dîno, kurko dîno, kurko dîno, kurko dîno, kurko dîno, wey…  (Millî, Botan)

*Kak Şêxoyî helbesta kak Xelef Zêbarî ya ku bi navê ”Kewê xortê serê çiya bûm”, li ser awaza heyranoka jorîn ”Kurko dîno” li Îranê xwend.

Du doşek

Odeyeka biçûk û teng di xaniyê me de hebû. Kak Şêxoyî têde bêhna xwe vedida û prove dikir. Textek têde hebû û ji ber dirêjahiya bejn û bala wî jêre kurt bû, ji lew re ew li erdî dinivist. Birayekî min şevekê çû serdana hevalên xwe û li nik wan ma. Min jî nivîna wî bir oda biçûk û nivîna kak Şêxoyî dirêjtir kir; dirêjahiya wan du doşekan pêkve bêtir ji 3 1/2 m bû. Gava ewî cihê xwe bi çavê xwe dît, pirr kenya wî hat û em ji kenan mirin.

- Noke cihê te baş e, duh lingên te mitrekê li erdî bûn, min got.

Rêka wî ya hunerî û armanca wî

Hunermendê nemir kak Şêxo li helbesta nû û naverokdewlemend digerriya. Ewî helbestên pirr bilind ji xwe re hildibijartin û stiranên hunermendên dî jî distirîn; wek Tehsîn Taha, Beşar Zaxoyî, Gulbuharê û t.d. Ez dişêm bibêjim ku ew ji bo nûstirana sanahî û sinûrdar gehişt armanca xwe. Tiştê baş ew bû ku ewî gelek caran dixwest ku ez dîtina xwe li ser awazên wî bibêjim, min jî digot û ewî dipejirand, her hosan rexnên min jî. Ewî carekê welê got:

- Stirana min nû ye, bingehê wê Botan, Badînan û Mêrdînê ye, her hosan helbest jî. Ez nikarim çi stiraneke folklorî xweştir ji kurdên Botan bistirim; çi ya Miryemxanê be, yan ya Mihemed Arif Cizîrî, Seîd Cizîrî, Hesen Cizîrî, Nesrîn Şêrwan û Elmasxanê be û yên dî. Êdî ez dê çima bistirim? Baştir e, eger ez karekî pêşkêş bikim ku hunerhez ji min gewzxweş û wekirî bin, ewî şirove kir.

Havîn bû

Havîn bû, hevalên me yên xwendingehê, kurd, aşûrî û turkman her roj dihatin xaniyê me. Dengê muzîka kak Şêxoyî bilind bû û şahî xweş û coş bû. Hingê min tenê kasêteka wî hebû, ji ber xwestina hevalên mêhvan wek Hel’oyî û yên dî jî, me ji wan re jî ew kasêt kopî kir û roj bi roj belavtir dibû. Hunerhezan di mala xwe ve guhdariya kasêta wî dikir. Lê kesî bawer ne dikir ku kak Şêxo li Kerkûkê bû yan li nik me. Dema yekî kak Şêxo didît, jê dipirsî ka ew bû yan no. Ya rastî ji min re jî xewnek bû. Çi cihek em lê ban, dibû şahî û cejin, xwarin û vexwarin (ava fêkiyan), henek û çîrok. Kerkûk, muzîka kurmancî û hunermend M. Şêxo. Erê, ewî jiyana me guhart; ken, henek, xweşî û kamîranî. Hingê gelek tişt û bûyer rûdan, lê ez dibînim ne pêtivî ye ku di vê reşbelekê de binvîsim, yan ji dostan re bigêrrim û belav bikim, ”Her xwarinek têt xwarin, lê her gotinek na yêt gotin”.

Hişyarbûn

Dema kasêtek ji kasêtên kak M. Şêxoyî belav dibû, me li encamê dinêrrî; kasêtek dibû 10, û 10 dibûn 100, û 100 dibûn 1000 û bêhtir. Hunera wî yekser dihat pejirandin û nemaze li Badînan û Mûsilê baş belav dibû. Ne tenê gelê kurd guhdariya wî dikir, lê belê hemû netewe û gelên Rojhilata Navîn jî. Gelek kes ji ber kasêtên wî ketin zîndanan û li aheng, şahî û dawetan stiranên wî dihatin berbendkirin. Hingê hişyarbûnek bê sinûr li Rojhilata Navîn bi saya serê vî rebenê hejar çêbû, yê ku ji roja xwe re dijiya. Bi kurtî TV’a Kerkûkê û R’a Bexdadê-Pişka Kurdî gelek caran stiranên wî belav dikirin.

Rewşa wî ya tendurustiyê

Ez texmîn dikim ku ji ber bejn û bala wî ya pirr dirêj, zirav û jar, tendurustiya wî bed bû û bi yekcarî ne baş bû; ji ber jarbûna wî hemû hestiyên wî diyar dibûn û dihatin hejmartin, ew tenê ji post û hestiyan pêk dihat, anku laşê wî bi yekcarî bê goşt bû. Ji lew re ez dibêjim ku ev nexweşiyek e û kak M. Şêxo mirovekî nexweş bû.

Çûna Bexdadê

Rêzdar Şêxo belkû 15 rojan li Kerkûkê ma. Êdî li ser xwestina wî ji bo pêşkêşkirina karekî hunerî min ew şand Bexdadê. Min zanî ku ahengbêjê me bê pare bû, êdî min arî wî kir. Gava min perên rêkê danê, min ji xwe re got:

- Xwezî ez bê pare bam, lê ne ew, wî pare nînin.

Dîsan kak Îmad Arslan dibêje: Be daxewe ke min em hunermendem tenya carêk le Kerkûk bînî û tewaw. Paşan min bîstim ke kak Beşîr Botanî bo berdewambûnî karehunerîyekanî nardibûy bo Bexdad.

Êdî kak M. Şêxo çû û Kerkûka Germiyan vala hişt û bêhna me jî teng bû. Ya rastî ew ji evîna Kerkûkê û kerkûkiyan dîn û şeyda bû. Kerkûk jêre rûgehek bû, behiştek bû (Hunername@hotmail.com).

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]