|
18/4/2008 KELKELA HESTÊN CEMIDÎ Xizan Şîlan ez li derûniya jiyana kambax laşê ber devê dilşadiya kurm û kêzika me li valahiya asîman bersiva pirsên nependî yê gerdûna nava xwe me li tenetiya şevistanên bizdonek hesretkêşê li nav koçberiyê me giyanê min li taristana şevê di tirs û jana xwe de diperpite di kelkela tîrêjên tava rojê de diqefilim li ber seqema zivistana xopan ji german diqewirim xêrnexwezan li şefaqên welatê rojê beybûna qûntarên çiyayên min çilmisandin awaza bilbilê baxê dil di darbesta jiyana zindî de fetisandin di xewn û xeyala pêşerojê de movikên pişta bedenê min şikadin her şev ferişteya xewnên tarûmar li ber pencereya koşka dilê min destmala silava mirinê dihejîne ez di bin çirpandina baskên mirina bêwext de piyala şahiya bi yarê re dadigrim û vedixwim bi saya neynokên giyanê xwe di koka êş û xeman de ken û şadiyê dikolim ji nav striyên hişkebeyaran kulîlkên bihara qurmiçî berhev dikim di bin lêdana kamçiya zaliman de porê serê îxanetê dirûçikînim kirasê azadî û serkeftinê li bejna hêviyên cemidî dixemilînim êşa kul û birîna bîranînan bi neqişa keskesora aso radipêçim di xwîna rehên laşê xwe de konê vejîna çirûskên azadiyê vedigirim min tovê bêçaretiya deman di hembêza çerxa felekê de çand tofana serdemên genî li qolinca derwêşê sebirê sîwar kir hêlîna hestên penaber li bandeva dîroka efsaneyan ava kir û bi kilîta henasa helbesta xwe deriyê zîndanên rûtirş vekir 2007-12-02 Stockholm |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |