|
26/4/2008 De...Em rewa bikin Fîdan û Erxewanên xwe Mizgîn ( Hesko ) Mehmûd Diyarî: Ji Hêmen Kurdaxî re Ji bîhna xêzan Awazek tijî şewat Beşdarî zemawenda nîgaşê dibe Gelo...çendîn zevî û rûbarên Kurdaxê şêrîn in Weha jî taxên Qamişlo Û kolanên Tirbespîka me! De a...v bide Fîdanên xwe Helbestvano. Em ê Gulgenimokên xwe rewa bikin De... Berê siwarên xwe Berbi asoyê ve bibe Emê ...berê Hespên kedî Berbi jîngeha Xwedawendên paye bibin. Rojekê wê ... Lêvên asîman Bilerizin Li ber westana me. Dê rojekê... Giyakî matmayinê Ze...r bibe ...çi şêrîn e Demsalên çinîna me. Ji bîhna serûd û nimêjan Ta goranî Lawik Û sitranên şîndariya me... Ji hilma Baba Tahir Ta bilindgoya Xaniyê me. Berê me li rojê ye Li ateşgeha Zara ye Li laleşa nûrani ye Li xaka Pêxembera ye Li buhişta dozê ye. Ji mistek axa sor Cendekê me Hatiye afrandin Çi bi hêz e Bîhna axa me. Tijî rehên jînxwazin Çi pîroz e Tovê vejîna me!! ......Erêêêêê..Helbestvano “Sewlî dihejin , hêranî bi pelên Zeytûnê dikevin û bi refan direvin “ Sipîndarên tî dihejin, hêranî bi pelên Hinarê dikevin Û bi refan diqurmiçin Giyan diheje, hêranî bi hest dikev e Û bi refan tarûmar dibe. Kurdistan diheje, hêranî bi Kurdan dikeve Û bi refan serhildanê dikin “ Xwîna min, ya ku di her mirinekê de jî ez im” berbi çar aliyan ve diherike
Erêêêêê xwîna me “ hîn em dûrin ji xwîna xwe” hîn ji devê barbangê Zeytûn û Hinar Pelên xwe davêjin Ji lewra Di rewrewk û tariyê de dijîn Fîdan û Erxewanên me. Hîn ji devê barbangê Em ezber dikin Sêwîtî Bê xwedîtî Û erêêêê Şeydabûna xwe. 16.04.2008 Bad Salzuflen (almaniya) |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |