NEWROZ

نوروز


26/4/2008

Ez

Mahsum Nisêbînî

dînim

dîna nava gotinberfên

drampêjanim

şerefa zorçoyên gebirî

ji şermrûwan koçkiriye

devê esmanê bêsahî

pêsernîrxên min

dimije

û dengê tavpergalên berqbarî

dûkêlhariya xwe

li ser çavên kenjîniyê didin

liv şawşawa li ser şaşan

û pênûsên bê rêz

argurî pelkulîlkên giyandarên

şêrîn dibin

fitnebêziya mirovkujî

virbayê li ber guhan ketî

henesên dixwe eziyê de fetisî

û nerînên ditengtaqê de zewirî

li têkiliyên xweşî xweşik bûne tar û mar

çibikim

kiryarê hizirên biçûk

dibin piyên xeman de

diperçiqin

temen

pêl bi pêl bi ser zayîna zanyariyê de

diherike 

û ez

hê aqil firyayê paşçiyayên dûrîdûr yên

di nava çar dîwarên xwîndilopên azadiyê de

tê me hêrîn.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]