NEWROZ

نوروز


18/4/2008

SALIH HEYDO...( ENISTÎTÛYA GEROK )

Elî şemdîn- Silêmaniyê

di 2006 an de , li bajarê Silêmaniyê , li herêma kurdistana îraqê , çapa yekê ya bergê ( yekem û duyem ) ji ( Dûrikên Kurdî ) birengekî ciwan û xweşik hatiye çapkirin ji aliyê Enistîtûya Kelepora Kurdî ve , ku dû berhemên giring û bihane di ware folkilora kurdîde , di naveroka herdû bergan de helbestvan û folkilornasê kurd yê binav û deng Salihê Heydo ( 348 ) sitranên kurdî ji nav civata kurdên sûriya berhevkirine , ji yên : ( horizî , destarhêrî , bêrîvanî , bêlûte , giranî , dolabrêsî , paleyî , qirşvanî , dankut , berdestarî , govendî , berbûkî .. ) .

di van herdû bergan de , hunermenda japonî ( Komîka Okûmûrra ) ew sitran noteyên wan yê mozîkî bi rengekî akadimî nivîsîne li gor awazên folkilorî yên ku folkilornas Salihê Heydo bi dengê xwe jêre guheztine ji çavkaniyên resen yên millet .

birastî ev kar bi xwe karekî gelekî buha û bi nerxe , ku enistîtûye kelepora kurdî pê radibe , bi alîkariya van kesên pispor mîna ( Salihê Heydo ) û akadimîk mîna hunermend ( Komîka Okûmûrra ) ku bi vî rengî kelepûra kurdî êdî zindî dibe û tête parastin ji windabûnê , komîka xan di pêşgotina van herdû bergan de di bêje : ( ez hêvîdarim ku min xizmetek piçûk ji mozîka kurdî re kiribe , ku beriya niha bi awayekî akademîk û zaniest kêm kar li ser hatiye kirin .. ) , û di bêje ku : (demeke dûr û dirêje mozîka kurdî di bin desteserkirin , qedexekirin û nemanê de bû , xweş bextane ku îro ro heta radeyekê azade û dema wê yekê hatiye ku li cîhanê jî serî hilde û dirûv û şêwaza xwe derxe , lewma venivîsandin û komkirina mozêka folkilorîk ne tenê bo erşêvkirinê pêdiviye , jê bêtir bo geşkirin û pêşkêşkirina mozîka gelan gelekî giringe û mirov di kare wekî havên di berhemên nû de bi kar bîne .. ) .

her wiha Enistîtûya Kelepora kurdî jî di vê derbarê de di pêşgotinê de di bêje : ( li ser erka enistîtûyê ji bo parastina kelepor û zargotina gelê me , vê carê bi hevkariya folkilornas Salihê Heydo , va ye komek awaz û tekestên resen yên din hatin çap û belavkirin , bi hêviya ku hunermendên kurd û gelên din bikaribin ji genciya mozîka kurdî para xwe hilînin  .. ) .

di vê derbarê de pêwistî gotinê ye ku enistîtûya kelepora kurdî li herêma Kurdistan karê xwe bi rêvebiriya hunermendê kurd yê bi nav û deng mamoste ( Mezherê Xaliqî ) kar û xebata xwe bi dilgermî bi rêve di be bi alîkariya komek ji lêkolînvan û folkilornas û hunermend û nivîskarên hêja û jîr , û dû şaxên wê hene , yek li Silêmaniyê , û ya din jî li Dihoke , gelek pirtûk û karên kelepûrî derxistine û bûye bingehek serekî di parastina folkilor û kelepûra kurdîde ku îro ro ketiye ber windabûnê de divê qûnaxa nû de ku kêm kes mane guhdanê li folkilor dikin mixabin ..

Mamoste Salihê Heydo jî yek ji wan kesane ku salên dirêj ji jiyana xwe derbaskiriye di riya lêgerîn û lêkolîn û nivîsandin û dane heva folkilorê kurdî de , ku karekî mezin û xebateke giran buha di vî warî de kiriye , ji bilî pênc dîwan şir ku hatine çapkirin , ew jî evin : ( kêferat 1985 , birîna kûr 1988 , evîna welat 1997 , serpêhatiya perîşan û meme şivan 1985 , serpêhatiya tomazê keldanî û axayê şîrvanî 1996 ) , û çar dîwanên din jî ku ji çapê re amadene , wilo jî 54 pirtûkên li ser folkilora kurdî ew jî ji bo çapê amade ne ku pêktên ji 500 çîrok û 1500 sitiran tevî lêkolîn û ravekirina wan ya dîrokî , û 4000 gotinên pêşiyan , û 300 metel , û 100 sitiranên zarokan , 7000 wêneyên keç û jinên kurd ku ji tevahiya deverên kurdî li sûriya hatine berhevkirin û civandin ..û nêzîka 100 CD tomarkirine ji civatên folkilorî li hemi deverên kurdî li sûriya bi cil û berg û saz û awaz û sitiranên folkilorî .. kesekî wek mamoste ( Biwar Nûredîn ) ev mirovê folkilornas baştir pêşkêşnekirye , dema ku dibêje: ( Salihê Heydo bi xwe enistîtûke geroke ) , ji ber go vî camêrî ne tenê ev pêmayên kurdî dane hev û parastine ji windabûnê , lê belê ezber jî kirine bi deng û awaz û dîroka wan mîna ferhengê ..

niha jî çar bergên din jî li ber çapêne di enistîtûya kelepûra kurdî de , û deriyê wê vekiriye li ber Salihê Heydo , ku Mamoste Mezherê Xaliqî dibêje : ( Salihê Heydo ) yekemîn folkilornasê kurde ku gelekî zengîne di warê kelepûra kurdî de ) , û ji ber vê yekê jî zû şerefa endamtiya enistîtûyê danê û kirin endam ..

Salihê Heydo hatiye serdana kurdistana azad ji ( 9.2.2008 ) an ve , ku hatibû bi mebesta beşdarbûna di vistîvala hozan û helbestvanê gewre Cegerxwîn ku di dema ( 10-12/2/2008 ) an de li hewlêr li darketibû di bin çavdêriya hikûmeta hrêm de , ku helbestek di vistîvalê de xwend bi haziriya serokê herêm ..

Salihê Heydo kurê Hecî Mihemde di sala 1956 an de li bajarê amûdê li parêzgeha hesekê li sûriya ji dayik bûye , û niha jî li bajarê hesekê cîwar dibe , û sernivîserê kovara ( GULÎSTAN )e ku di sala 1968 an de ( Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya ) derxistiye û Seydayê nemir Cegerxwîn rêvebir û sernûserê wê bû ta ku çû ser heqiya xwe ..

11.4.2008

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]