|
18/4/2008 Kitêba Abidin Parıltı Heveskuşu derket Zarathustra News Heveskuşu kitêba Abidin Parilti ya dudan e ku bi tirkî, di nav weşanên İthakiyê de derdikeve. Kitêba yekê bi navê Dengbêjler bû ku bingehê teza Parilti ya unîversîteyê bû. Abidin Pariltiyê ku em wî bêtir bi nivîsên wî ên rexneyî ên Radikal Kitabê nas dikin, vê carê xwe berdaye nav cîhana çîrokê û bi hunera çîrokê li dû xewn û xeyalên mirovên wenda, mirovên ji cih û warên xwe bûye digere. Ew bi dû şopa zaroktiya xwe dikeve, li zarokê di hundirê xwe de digere. Ew wêneyekî sirgûna hundirîn dide, bi kirasekî edebî rewşa welêt ya siyasî û civakî salix dide, pirsekê di serê xwendevanên xwe de dihêle û li xwe vedigere. ABIDÎN PARILTI KÎ YE? Abidin Parilti di sala 1977an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Heta bi lîseyê li Nisêbînê xwendiye û paşê koçî Îzmîrê kiriye. Li Îzmîrê, li unîversîteya bi navê »Dokuz Eylül Üniversitesi« beşa drama û nivîskariyê xelas kiriye. Heta niha gelek nivîs, hevpeyvîn û wergerên A. Parilti yên bi kurdî û tirkî di kovar û rojnameyên kurd û tirkan de hatine weşandin. Herweha wî çend senaryoyên fîlmên sînemayê jî nivîsandine û bi hevalin xwe re nivîskariya senaryoya rêzefîlma Ezo Gelin ya Show Tv’yê dike. Abidin Parilti niha li Stenbolê dijî û her li wir karên xwe ên edebî û hunerî dewam dike. Bi nivîskarê hêja re navnîşana têkiliyê wisa ye: www.abidinparilti.com Zarathustra News – Zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |