|
18/4/2008 Wezareta Derve ya Swêdê: Suriyê Mafê kurdan binpê dike Zarathustra News – serwext.com Wezareta Karên Derve yê Swêdê berî bi çend rojan raporên berfireh li ser pirsa mafê mirovan belav kir. Di raporê de dîtina fermî ya Swêdê li ser rewşa welatên cewaz hatiye diyarkirin. Beşê Suriyê ji 20 rupelan pêk tê. Di destpêka raporê de qala peymanên navnetewî tê kirin ku Sûriyê îmze kiriye. Di nava rûpelan gelek caran helwêsta rêvebiriya Sûriyê ji awira pêlkirina mafê mirovan ve tê rexnekirin. Sêdarkirina mirovan ji sala 2002 an pê ve dîsa destpêkiriye û mirov têne îdamkirin. Îşkence û wundabûna mirovan pêk tê. Partiya Beas organên polîtîk xistiye bin hukmê xwe. Hiquq yek alî dixebite, ruşwet û bertîldayîn piralî dibe. Medîa bi tevayî di bin kontrolê de ye û xwesansurkirina xebatkarên medîayê rojane pêk tê. Neheqiyên li dijî jinan têne rojevê û parastina mafê wan ji ber qanûnen hene nikare bê parastin. Di gelek beşan de qala kurdan, zilm û îşkenceya li ser wan tê kirin. Zimanê raporê têra xwe diplomatîk e, mesaj bi rexneyên nerm têne kirin. Beşê 16 an bi giştî li ser rewşa kurdan e. Dîtina Wezareta Karên Derve yê Swêdê li ser rewşa başûrê biçûk yê Kurdistanê wisa ye: Mafên mirovên ku bi netewe, eqaliyat, ziman û bawerî û gelên kevnare ve girêdayî ne Ji % 10 ê welêt ji kurdan pêk tê. Ew, bi şêweyekî yekser ne di bin zordestiyê de ne. Lê ji bo parastina mafê wan rêz û hurmet nayê nîşandan. Zimanê kurdî wek zimanê perwerdekirinê nayê pejirandin û mecalên danasîna çanda kurdî tê sînorkirin. Kampanya erebkirinê ya ku di salên 60 î de pêk hat, 120 hezar kurd ji mafê hemwelatiya Suriyê bêpar hişt. Bi qasî 200.000 – 250 000 kurd bê welat in. Komîteya UN ê ya Mafê Mirovan ji bo rewşa kurdan ya bêwelatî, neqeydkirina wan di nifusê de û ji ber berdewama krîmînelîzekirina wan, xemgîniya xwe anîbû zimên. Raporên piştrastbûyî li ser girtin û îşkencekirina kurdan belav dibin. Hejmarek kurd ku çend kes in ne diyar e, ji aliyê dadgehên leşkerî û ewlekariyê ve hatine dadgehkirin. Beşek jê, ji ber sucên ”dabeşkirina welêt”, ”girêdana herêmek welêt bo biyaniyan” û ”endametiya hêza terorîst” hatin cezekirin û zîndanîkirin. Hate diyarkirin ku beşek ji wan girêdana xwe bi PKK ê re an jî bi partiya ”Democratic Union Party” re heye. Dadgeha leşkerî dixwaze 49 kesên kurdnijad ji ber xwepêşandanekî ceze bike. Çalakî, bi munasebeta wefata Şêx Maşhukê Xeznewî li Qamişlokê, di sala 2005 an de bûbû. Di dema dadgehkirina wan de, çavdêrên EU ji konsolosxaneyên cewaz yên li Şamê hatibûn wir. Dadgehkirina wan 2006 an de dest pê kiribû û hêja bi dawî nehatiye. Kurdên bêwelat, ji gelek mafên hemwelatiyên Suriyê bêpar in. Li gorî qanûna Suriyê, bêwelatbûn ji bav derbasî zarokan dibe. Kurdên bêwelat li Suriyê weke ”ajanip” (biyanî) an jî ”maktoumeen” (di nifusê bêqeyd) têne hesêp. Bi taybetî kesên bê qeyd ji gelek mafan bêpar in. Kesên ”Ajanip” xwedî nasnameyekî taybetî ye û dikarin ji bo derxistina pasaporta ”laissez-passer” bi makamên Suriyê re têkiliyê deynin da ku pê li derveyî welêt bixwînin, an jî pirsgirêkên xwe yên bijijkî çareser bikin. Ji bo kesên ”maktoumeen” ev yek derbas nabe û ew nikarin bi eşkere derkevin derveyî welêt. ”Ajanib” berevajiyê ”maktoumeen” dikarin îcazeya karkirinê bidest bixînin. Çi mafê herdu aliyan tune ye ku, milk bikirin, timobîla li ser navê xwe qeyid bikin û bazirganiyê bikin. Kesek ”Ajanip” dikare bi erzanî ji mecalên tedawiya li nexweşxanê sudan bigire. ”Maktoumeen” berevajiyê ”Ajanib”, nikare zewaca xwe fermî bike. Lewmaye zarokên wan jî navên xwe di nifusê de nayên nivîsîn /qeyidkirin. Ev yek dibe sedem ku zarok ji xwendina dibistana bingehîn mahrum bimînin. Lê di pratîkê de, dezgehên fermî, çavên xwe ji bo xwendina bingehîn ya zarokan digirin û rê li ber xwendina wan ya bingehîn nagirin. Zarathustra News – serwext.com |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |