NEWROZ

نوروز


26/4/2008

110 emîn salvegera rojnam ''Kurdistan'' pîroz be

Hozan X Efrînî

Piştî derbasbûna 109 sal di ser vêketina mûma yekê a yekemîn rojnama kurdî bi nave "Kurdistan" ku di sala 1898 an  bi bû,bi serpereştîya herdu rewşenbîrên yên bira,Miqdad û Ebdirihman Medhet Bedirxan li bajarê Qahîreyê hatibû weşandin û pitşre li cinêv û londin û careke din Qahîreyê.

Weku şoreşeke hizrî bi nav dikim ,jiberku ew herdu rewşenbîrên ku bi vê karî rabûn, her bi mebesta destpêkirina şoreşeke hizrî bû ye ku xizmeta niştimanîya xwe bikin..

Jiber vê yekê jî kar barên rojnamevanîya kurdî roj bi roj pêşkeft û derbasî nav medyeyên navnteweyî bûn,ev jî di rûpelên dîrokê de, ciheke teybet digire.

Herwa rojnama kurdî a  ku bi dû rewşenbîran destpêkiri bû , îro bi hezaran rewşenbîrên cur be cur derketine holê, çi ji hêla nivîskarî ve wek,romannivîsî ,çêroknivîsî ,helbestvanî,gotarnivîs,rojnamenivîsî û çi ji hêla bîrdozî ve bê her ew şoreş mezin û berdewam bû ta roja îro…

Belê ev tev berhemên malbeta Bedirxanîya ne,yên ku ji tevahî berjewendîyên xwe yên tesk û biçûk dûr keti bûn, ten jibona xizmet kirin a  xebata niştimanîya kurd li her çar alîyên Kurdistan bû ye,ev jî tişteke pir giran û bihaye ,jibona ku şoreşa hizrî a gelê kurd fereh tir bibe.

Jibona fereh kirina kar û xebatên rojnamevanî netewî kurd li Kurdistan û li Cîhan de,dibe ku her rewşnbîr û siyasetvanên kurd, xwe bi dil û can bidin ber vê erka mezin û giran, ta ku ev xebat bi serkeftî berdewam be, û hizra netewî di nave cada kurdî de ber belav bibe.

Lewra jî ez bang li hemû rewşenbîrekî niştîman perwerî kurd dikim ku xwedî li xebata rojnamevanîyê derkevin, jiber ku xebateke pir pîroz û giran qedere.

herwa banga min bi teybet jî, jibona xwedîyên çapxaneyên kurdî heye, dibê ewna jî hewil bidin ku bibin bi pira pêşveçûna çapemenîya neteweyî jibona çapkirina pirtûk û rojnameyên kurdî.

Her yek ji me tiştên ku dikevin ser milên wan bi bê miqrisî divêt ci bi ci bikin, ta ku bibin xwedî bîr û ra û bîrdozeke niştimanî, ku bikaribin bi serbilinî di nav meydyayên dîrokê de cî bigrin û bi serfrazî bijîn, ta ku  navên wan têkevin nava rûpelên dîrokê.

Lê di serî de dibê ku tevahî xwedîyên çapxaneyê n kurdî li Kurdistan û li cîhan de alîkarîya wan rewşenbîrên ku xwazyarê bi berhem anînên nû û teze ne bin,bê ku bêjin ev filan bîrdoze yan rêbaze, her berhemeke ku di xizmeta şoreşa hizra neteweyî da bê,pêwîste alîkar bin ji bona erkên niştimanîyên xwe pêk bînin,  di dîrokê de dibin xwedîyên mora zêrîn bin.

Ez di dawîyê de  salvegera 110 mîn a rojnamegerîya kurdî a  bi navê '' Kurdistan'' hati bû weşandin, destxwaşîyê û pîrozbahîyê li hemû rewşenbîr û siyasetvan û gelê kurd  yên xebatar û di nave tekoşîna netewî li her çar alî Kurdistan û Cîhan dikim, jibona berdewamîya wan bi berhem û xebatên şoreşa hizrî neteweyî ya kurd de , bi taybet li helbestvanê mezin berêz  A.Balî  destxwaşîyeke pir biha û giran jêra dikim, jiber ku di avdara 2008 an de bû bi xwedîyê berhemeke nû  dîrokî bi nave(Antolojîya Helbedtvanên Kurd yên sedsala dawî) ku helbestên 343 Helbestvanên kurd li her çar alîyên Kurdistan û cîhan bi hevxistî û bi çar ciltan derbasî weşangerîyê kirîye,ev jî çalakîyeke mezine jibona yekîtîya zimznê zikmakî ye .

efrinzan@gmail.com

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]