NEWROZ

نوروز


26/4/2008

Ma nama mîr Miqdad Bedirxan gihîşt çolbistanê..!?

Dilyarê xanê

Hin dibêjin name bi lez gîha destê berpirsyarê partiya yekîtiya demuqrat, û hin jî dibêjin na hîn birêde ye ,û dibe ku di ahengên salên bêde, tev de bê xwendin, û jibo şek û gûman neyên li ser naveroka vê namê , rabû mîr miqdad, nama xwe di entirnêtên wê dinyayê de belav kir,û helbestvanê mey ser niga,hêja sebriyê xelo sîtî jî , bi xêra dê û bavê xwe sûretek ji namê kişand , û di riya postevanê nemirde, izrayîlê bi nav û deng , şand vê dinyayê.

îjaHinek ji nama mîr miqdad evbû:

xuşk û birayên hêja….nivîskar û siyasetkar ên li bin kon û ên li derdora kon , piştî rêz û silava…….ezê bi zimanekî û rengekî li gor rewşa xwe name xwe ji were bêjim , îja hûn jî bi lez li ser naveroka wê bisekinin.

– gerek ez berî bihatama vê dinyaya heq, mi riya xwe bi çolbistana wejî xistaya, wê anha telefizyona we jî hebaya , wek a hersî çolbistanên din, îja hûn karibin li siyasetkarên xwe vê yekê nebuhurin.!

- do êvarî hêja mîr celadet , hat ku pîrozya cejna min biki, rabû mi jê re got: pismam tu zani ku hîn kovara tey hewarê ji ên partiyên çolbistana sûriyê , xurtiri û bêtir tê fêmkirin !! rabû mîr celadet behetî ma û bi qehr li min vegerand û got: wax..wax çawa çêbû lawwwww,çilo çax û dem li çolbistana van rebena sekinî maye, pismamo!? Û bi hisret û girî ji derî derket.

– piştî mîrê we ji cem min derket , apê we osman û mamostê we nûridînê zazayî , herdû bi hev re hatin cem min, tedî hûn dizanin ew çîroka ne li hevbûnê di dinyaya we de, li vir li ba me tuneye, rabû min çîroka acizbûna mîr ji wan re got, rabû herdiwa bi melûlî û bi bê hêvîtî ,û bi yek dengî, ji min re gotin:berê kurda di wê dinyayê de gotiye , kurmê şîrî heta bi pîrî, û kîska kurrî ji serê kanyê avê vedixwe, û marê kor, wek masiyan ji serê xwe xeradibe, mîrê me , yabo qurban , îro li dinyaya wan bi rastî rojnamevanî bûye desthilata yekê ne a sisya û çaran wek dema mey berê  , îja siyasetkar û rewşenbîrên wan hîn divê yekê de ne fikirîne, pere merê xwe di tiştên vala de xercdikin weyyy.laww jibo xwedê , zilameke kare tilfizyonekê çêke, çilo ew bi dehan partî martînin ,û heta nuha qenatekî wanî pîsik tuneye, û wek pîrekên dema me , hîn jibo tiştekî pîsik Karin ji hev bixeyidin ,û di roja bîranîna derxistina cerîda te de mîrê me , ku rojek bi nîşan û tenêye, bi dehên çolbistanan li bajarekî lidardixin, em çilobikin ? ine lilah we ine îleyhî raciûn, û herdiwa bi hev re bi tepa li serê xwe xistin ,û bi poşmanî ji ba min derketin.!!!

- rabû min telîfonî şêxmûsê hesarî kir , min gotê birayê şêxmûs tu dikare bêhnekê bê cejna min û tu rewşa nivisandin û xwendina kurdî li çolbistana sûriyê ji min re bide xuyakirin , rabû camêro li min vegerand û wilo ji min re got : mîrê min ,bi serê tey hêja ji roja ku min ji nav wan barkirye , ew di vî warî de bi paşde vegeryane, law mîrê min ev malxerabana , tê bê qey ji xelkê dihok û mihabat û erbîlê re dinivisînin , law ewan zimanê diya xwe ji bîrkirini , devê xwe xwaro maro dikin , qayîşê bi xwendevanan re dikşînin, xwe dirapeliqînin nivisîn û abya, pismamê te , kurda bi çîrokê valave dişuxulînin, de îja mektûbekê ji wan re rêke haaa  de mîro, mane ji kerbê wan, min navê xwe kiribû , cegerxwîn , û go terp telîfon bi xurtî girt…!!

-çare ji min re nema , rabû min berê xwe da melayê wey mezin ehmedê xanê û ez çûm cem wî û min jê re got : melayê me te berî me teva behsa pêwistî û giringiya xwendin û nivisandinê bi zimanê kurda kiriye , û te serê xwe bi yekîtiya serokê kurda re êşandîye û te di mem û zîna xwede gotiye- heger me hebûya itîfaqek ……………………..-de îja ka di qirnê wanî bîst û yekê de tu rewşa wan belengaza çilo dibîne!!??. Mele zoq li min nerî û şaşka xwe danî û demek dirêj fikirî û di dawî de ev gotin tenê got:-divê her kes li xwe vegere…her kes li xwe vegere!!û dîsan serê xwe danî û raket.!!

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]