NEWROZ

نوروز


26/4/2008

”BITROL EREBÎ MO KURDΔ

Mistefa Cizîrî

Ev buyer di navbêra min û şivanekî ereban de derbas bûye. Ez dixwazim bi we re pay bikim:

Dema navê kurd û Kurdistan tê bilêvkirin, netewên cîran hêrs û tûre dibin û behsa biratîya musilmantîyê dikin. Lê, wek ku tif devê hev kiribin qet behsa maf, azadî û serxwebûna Kurdistanê nakin. Tev ku welatê me dagir kirine talan û wêran dikin, destdirêjî namûsa me dikin jî, ew me bi nokeriya welatên biyanî jî tawanbar dikin. Her kengî me doza mafê xwe kiribe, ew, me bi nokeriya Brîtanya, Fransa, Elman, Emerîka û Îsraîlê tawanbar dikin. Ev tawanbariya xedar ne tenê ji alîyê serdestên wan tên kirin, di heman demê de ji alîyê şivan û gavanên wan jî tê kirin. Kurt û kin:

Hemû kesên ku bawer e bi Allah û Ekber,

Divê ji vê gotarê yeqîn bikin yekser,

Kurd bila xewnên xweş ji bo Kerkûkê bibînin,

Heta dûjmin fersendê li wan bînin...

Kurdistan di dîrokê de gelek caran ji alîyê neyaran ve rûberûyî talan û êrîşê bûye, lê salên 1975, û 1980 î salên kambaxî û wêranbûn û derbederîyê bûn.

Li başûrê welêt, dema komployek welatên cîran û şirîkên wan li dijî şoreşa Barzaniyê mezin pêk hat, û çalakiyên şoreşê kêmtir bûn, yekser dest bi qirkirin û talankirina başûrê Kurdistanê kirin. Rejima baas nêzî 700 hezar kurdan bi darê zorê ji cih û warên derxistin û birin li çola Basrayê bi cih kirin. Hejmara kuştî û wundayê kurda yê wê demê îro jî kes nizan e çiqas e. Li hemberî vê zordestî û barbarîyê dinya kerr û lal bû. Kesî ne dixwest dengê keçên kurd yê cuwan ku ji alîyê rayedarên Iraqî pêşkêşî pavyon û gazînoyê welatê ereb dihat kirin bibihîzin. Ev sosreta mezin û kesnedî li hember raya giştî ya wê demê dihat kirin. Lê kesî li hember vê zordestiya ku li dijî gelê kurd dibûn, deng dernedixistin. Dema mijar kurd û Kurdistan be, ne ol ne wijdan û ne jî birayetiya mûsilmantiyê pênc pere dike. Ev zordarî û neyartiya li hemberî gelê kurd her berdewam e. Li bakur, rojhilat û başûrê biçûk xedir û çavsorî li hemberê kurd, karê rojane ye…

Belê ez bêm ser serborî û gotina şivanê Ereb.

Sala 1980 î bû. Demsal, havîn û germ bû. Ez li welatekî ereban, li çolê, pêrgî şivanekî ereb hatim. Pezê wî nêvî sipî û yê mayî jî reş bû. Çend dehşik û golik jî di nava pezê wî de hebûn. Ew li hember tîrêjên tavê reşqemirî bû. Kirasê wî gewr û reşbelek bû. Pêlava wî serê wê qûl bû û tilîyên lingên wî wek serê marê reş derketibûn.  Ebayek riqakirî, ku her parçeyek ji deverekê peydebûyî, li nav milê wî bû. Porê wî req û gij bû. Lêvên wî terikî bûn. Diranên wî zer bûbûn û qilera li ser wan mina pirtikên mehîrê qalib girtibûn.

Dema ez dîtim ber bi min ve hat û silav da min:

-                      Selamun eleykum

-                      Eleyakum selam

-                      Kiyfek şebab ”Kêfa te çawa ye”

-                      Şukren kuweys ”spas baş e”

-                      Şu ismek? ”navê te çiye”

-                      Mistefa…

-                      Min eyn inte ”tu ji çi deverê ye?”

-                      Min cizîre ”Ji Cizîrê”..

-                      Ekrad yanî ”Tu kurd e?”

-                      Neem, en e ekrad ” Fermo, belê ez kurd im”

-                      Kuweys, ”baş e”...

Şivan dets pê kir û got ku, kurd û ereb bira ne û çi ferq di navbêra wan de tune ye. Lê dewletên weke Emerîka û Îsraîl bi rêya hin kesên mîna Mistefa Barzanî xwestin tifaqa kurd û ereba xirab bikin, lê nikarîbûn. Em ereb û kurd birayên hev yên misilman in.

 

Dema şivanê ereb bi min re diaxifî, diyar bû ku ew bi psîkolojiya neteweyekî serdest ku ew jî endamê wê ye û pê serbilind e, bi min re qise dikir. Wî ne mina şivanekî, lê bêhtir weke şêxekî petrolê yê ereba xwe didît. Min jî dixwest, bi erebiya xwe ya nîvçe û riqakirî, xilopilo , hinekî li ser netewa kurd û welatê Kurdistanê çend gotinan ji birayê xwe yê misilman û ereb re bêjim.

Min bi kurtasî wisa got:

-                      Gelê Kurd li ser xaka Mezopotamyayê, kevintirîn gel e xwedî çand û dîroka kevnar e ye. Kurdistan  xwedî deşt, av û petrol e. Petrola Kerkuk û Musliê jî di nava xaka Kurdistanê de ye.

Dema yê şivan peyva Kerkuk û petrolê bihîst, bi hers û tundî tiliya xwe ya şehadetê hejand û got:

-                      Allahu ekber! Bitrol erebî mo kurdî  ”Xwedê mezin e, lê petrol malê ereban e, ne yê kurdan e”.

Kurt û kurmancî xweş e. Dostanî bi dostan re bi wate ye…

 

Zarathustra News – Zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]