|
26/4/2008 Serborîya Kolîyeka Kitêban Îsmaîl Beşîkçî Goran û Karîn, li Swêdê dimînin. Bi kitêban û arşîvkirinê re ji nêzîk ve mijûl dibin. Hewl didine xwe da ku Kitêbxaneya Kurdî ava bikin. “Sara Distribution” navê vê “Kitêbxaneya Kurdî” ye ku Goranî li sala 1987an ava kiriye û heta îro pêşde birîye. Ji ber ku bi ktêban û kitêbxaneyan re mijul dibe lewre hevnasîna min û Goranî bi hêsanî çêbû. Carînan em bi rêya enternetê name ji hev re dişînin. Di sala 2007an de, bi rêya nameyekê Goranî ji min re got, “Kek Îsmaîl, hindek kitêbên zêde li gel min hene. Kitêb bi zimanê tirkî ne. Gelekê wan jî li Tirkîyê çap bûne. Ger tu bixwazî ez dikanim bikim kolîyekê û ji te re bişînim.” Goran dizane ku bala min li ser kitêb û kovar û arşîvan e. Min dizanîbû ku ji welatên derve bo Tirkîyê şandina kolîyên kitêban gelek muşkile ye. Ji vê çendê min got “dê zehmet bibe” û min nexwest. Lêbelê Goranî înad kir. Got, “Zehmetîya çi, kek Îsmaîl, ez ê tavilî bo te kolîyek kitêb bişînim, li nik min ji van kitêban gelek hene.” Çend roj bi şûn de jî lîsteya kitêbên ku dê bişandanan ji min re şand. Hindek ji van kitêban ev in: Bekir Özgen, Düşünce, Özgürlük, Laiklik Julius Fowles, Darağacı Önünde Abdülkadir Budak, İmzası Gül Hıfzı Topuz, Konuklar Geçiyor Ayhan Aktar, Kapitalizm, Az Gelişmişlik ve Türkiye’de Küçük Sanayi İskender Özturanlı, Barış ve Özgürlük Agathe Cristie, Doğu Ekspresinde Cinayet Korkut Boratav, İktisat ve Siyaset Üzerine Aykırı Yazılar Arif Baş, Köy Enstitüsü Yıllarımla Anılarım Hraçya Koçar, Özlem Erhan Bener, Bürokratlar - I Vedat Günyol, Orman Işırsa, Ruhi Su’ya Saygı Çağlar Keyder, Dünya Ekonomisi İçinde Türkiye (1923-1928) Refik Durbaş, Menzil Cemil Meriç, Bu Dünyanın Eşiğinde Doğu Perinçek, Stalin’den Gorbaçov’a Aziz Nesin, Nah Kalkınırız Muammer Yaşar, Paşalar Politikası … Herwekî vana 80 tene kitêb. Di nav van kitêban de, kitêbên mîna İttihat-Terakki ve Kürtler ya Nacî Kutlayî, Aşiretten Ulusallığa Doğru Kürtler û Kürt Solu Tartışıyor yên Hesen Yildizî, Muhtasar Hayatım ya Ekrem Cemîlpaşayî, Mapusluk Yıllarım ya Medenî Ferhoyî, Ağrı Dağı’nı Taşımak ya Selahedîn Çelîkî, Devletsiz Ülkeden İzdüşümler ya Edîb Polatî û hîn gelekên din hebûn. Di lîsteyê de kitêbeka Îsmaîl Beşîkçî ya ku bo almanî hatîye wergerandin jî dixuye. Dîsa, du kitêbên almanî yên din jî hene. Goranî, di e-maila ku li roja 10 rêbendan 2008 de bo min şandibû de lîsteya kitêban bi vî awayî dîyar kiribû. Goranî dixwest ku ez navnîşanekê bidimê da ku bişîne vê navnîşana hanê. Min navnîşana weşanxaneya hevalekî xwe jê re şand. Goranî e-maileka din jî şand ku têde dîyar dikir li roja 8ê sibata 2008an kolîya kitêban li Swêdê daye posteyê û digot “Piştî ku ev kolî bikeve destê te ez hîn kolîyên din jî ji te re bişînim.” Ez ê bi kurtasî bala xwe bidim ser dîyardeyên derbareyê ji Swêdê bo Tirkîyê şandina kolîyeka kitêban de, ger xalên bingehîn yê vê prosesê aşkera bibin dê sûdewar be. 1.Di roja 19 sibat 2008 de “Kaxizê xeberdarkirina ji malên ku di gumrukê re derbas dibin” ji PTT (Posta-Telefon-Telgiraf) kete destê min. Di vê kaxizê xeberdarkirinê de dihat dîyarkirin ku ji Swêdê kolîyek hatiye, giranîya kolîyê 14 kîlo û 500 gram e. Dihate xwestin ku divê ez di demeka kurt de biçim kolîyê bigrim. 2.Gumrukxane li pêşîya Yenimahalle, li kolana Eşref Bidlîs bû. Beşek ji Navenda Rêvebiriya Postayê bû. Ez roja 22ê sibatê çûm wir. Kolîyê li ber çavê min vekirin. Memûran got, “Em ê kitêban bişînin asayîşê bê hela kitêbên qedexebûyî di nav de hene yan na”. Gotin “Tu numreya telefona xwe bide me, em ê te xeberdar bikin.” Min numreya telefona xwe da û ez ji wir derketim. Piştî ku ez ji wir vegerîyam min bo Goranî e-mailekê şand. Min bi kurtasî behsa serborîya wê rojê kir û min rica kir ku kolîyeka din neşîne. Min da zanîn ku di van beşên wisa de şopandina karekî wisa gelek zehmet e. 3.Du hefte paşê, Beşa Gumrukê ya Navenda Rêvebiriya Postayê li min gerîya. Da zanîn ku sextîkirina kitêban temam bûye. Ez rabûm çûm. Wezîfedaran bi min dan zanîn ku du kitêbên qedexebûyî di nav de ne, lê ew dikanin yên din bidine min. Gotin “faturayê îbraz bike, baca gumrukê bide, kolîya xwe bigre.” Min hewl da xwe ku ez bibêjim kitêb tev dîyarî ne lewre faturaya wan nîn e lê wan got “We vî malî li ser navê weşanxaneya xwe ji şirketeka (kompany) Swêdê xwestiye, lewre divêtê fatura hebe, ger fatura nîn be, ji şîrketa Swêdê bixwazin.” Min hewl da xwe ku ez bidin zanîn çi şîrketek yan jî weşanxaneya min nîn e, min navnîşana weşanxaneya hevalekî xwe nîşan daye. Wan derbareyê faturayê de înad kir. Gotin, “faturayê îbraz bike, baca gumrukê bide, kolîya xwe bigre…” 4.Min da zanîn ku ez nikanim fatura nîşan bidim û nikanim ji Swêdê jî bixwazim. Min got “Hingê kolîya kitêban bila bo Swêdê bête vegerandin.” 5.Gotin, “Em nikanin kolîyê bişînin bo Sêwêd, ji ber ku du kitêb jê kêm in. Ew li asayîşê ne. Em nikanin wan paşde bixwazin.” Bona min rewşeka zehmet û cihê acizîyê bû. Bi qasî nîv saetekê ez li wir mam. Bi mudir şêwirîn, ji hinde wezîfedarên din pirsîn. Min got, “Ez va dizanim ku di encama sextîkirinê de du kitêb ji aliyê asayîşê ve hatine girtin, hingê di vê behsê de îmzayek jî dikane têr bike. Û bi vî awayî dê kolî paşde bête şandin.” Bi alîkarîya hindek wezîfedaran li pişt ewraqeka malên gumrukê de îbareya “Du kitêb piştî sextîkirinê ji alîyê asayîşê bi hinceta ku qedexe ne dest li ser hatiye danîn.” nivîsand û îmze kir. Kolî dê bo Swêd ji Goran re bête şandin. Ez bi qasî saet û nîvekê li Beşa Gumrukê ya Navenda Rêvebiriya Postayê mam. Piştî ku min ew îmzeya ku behsa wê kir avête, ez ji wir derketim. Min bi kurtasî behsa van bûyeran bo Goranî kir. 6.Di roja 14 nîsan 2008 de min ji Goranî bersiv girt. Dida zanîn ku Kolî vegerîyaye bo Swêd, wan ji postexaneyê girtiye. Kolîyeka kitêban di maweya du mehan de li navbera Swêd û Tirkîya geştê kiriye. * * * Tiştê maqul ew bû ku kolîyê bidana min. Heke bêyî ku fatura bixwazin, bêyî ku behsa baca gumrukê bikin, kolîya kitêban bidana min dê ev nebûya karekî şaş. Çunke ev kitêb dîyarî bûn. Dê ev kitêb di kitêbxaneyeka taybet de bihata bicihkirin. Ne rast e ku meriv bona dîyarîyê fatura bixwaze. Ev karê gelek maqul ku wisa bi nebaşî hate encamdan, bona min bû sedemê xemgînîyê. Bona Tirkîyê jî, bêguman rewşeka ne baş bû. Kolîyê nedan min, lê ger meriv yekî têxînê navberê, di sazîyên wisa de, karên we yên şaş, xwestinên we yên şaş jî dikanin bi awayekî erînî bêne encamdam. Tirkîye ne dewleteka demokratîk e. Digel viya dîsa jî dixwaze beşdarî Yektîya Ewropayê ku nirxên demokratîk têde serdest in bibe. Ji lewre, bona ku Yekîtîya Ewropayê wisa xwestiye, hinde pakêtên demokratîkbûnê amade dike. Ji ber ku ne ji dil, ji ber ku hişmnedî naguhere, lewre ev pakêt demokratîkbûyînê bi xwe re naynin. Demokratîkbûyîn jî, ne ew proses e ku bi rêya pakêtan pêk were. Demokratîkbûyîn, tenê dikane bi rêya ji binî ve guhertina hişmendîyê ya di nav qedemeyên dewlet û hukûmetê de, herwisa, di encama ji binî ve guhertina hişmendîyê ya di nav civakê de mumkin bibe. Ev jî, li Tirkîyeyê gelek zehmet e. Grîngtirîn sedemê demokratîze nebûnê jî ev e ku derbareyê Pirsa Kurd de hişmendîyeka demokratîk, hişmendiyeka tendurist nîn e. Di qedemeya rêvebirina Tirkîyê de ji ber ku îttîfaqa artêş-unîversîte-dadgehê ligel hev di bilindtirîn radeyê de xwedî şîyan û dîyarker e, lewre derbareyê Pirsa Kurd de hişmendîyeka demokratîk, hişmendîyeka maqul çênabe. Ev îttîfaq layengirê pelixandina pirsê ye, dixwaze koka kurdan bîne û wisa pirsê hel bike. Di prosesê de divêt meriv bala xwe bide ser polîtîkayên durû yên Ewropa û dewletên Ewropayê jî. Sazîyên mîna Yekîtîya Ewropayê, yên mîna Konseya Ewropayê, li ser navê “em li dijî terorê ne” piştgirîyeka bêsînor didin terora dewletê, bi xweşbînî li zilma ku li ser kurdan tê meşandin temaşe dikin. Helbet dê kurd berevanîya mafên xwe yên ku ji kurdbûna wan çêdibin bikin, dê van mafên xwe bixwazin. Ger li welatekî daxwazên wisa bêne palaxtin, meriv nikane bibêje ku dê li vî welatî demokrasî çêbibe û pêşde here (Wergêr: Roşan Lezgîn). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |