|
2/4/2008 Gotina komîta çalakiyên kurdewarî di cejna rojnamegeriya kurdî de Abdsemed Mehmûd Xwîşk û birayên hêja... Rewşenbîrên bi rûmet... Mêvanên giranbuha... Beşdarên birêz... Di vê roja pîroz de,roja rojnamegeriya Kurdî de û li ser vê xaka pîroz ku landika şaristaniyê ye, ez serbilind im ku bi navê komîta çalakiyên kurdewarî xêrhatinê li hemû mêvanên birêz , ji birayên Ereb , Asûr û Kurdan , bikim.Wilo jî, sipasiya wan bo vê beşdariyê ,di 110 saliya salvegera rojnamegeriya kurdî de, dikim. Rojnamegerî, di pêvajoya dîroka miletan de, roleke pêwîst û giring di jiyana wan de dilîze, asta şaristaniya wan pê tê pîvan. Dema Mîrê rojnamegeriya Kurdî Miqdad Bedirxan biryara derxistina rojnama Kurdistan da ,dizanî ku rojnamevanî jiyana miletan e. Bila roja rojnamegeriya Kurdî bibe rojeke lihevbanînê û ,bi giştî, di xizmeta kurdayetiyê de be . Bila roja rojnamegeriya Kurdî bibe rojeke lixwevegerê,da em asta rojnamevaniya xwe,hemberî ya cîhanî û herêmane,destnîşan bikin.Eger em nikaribin qelsî û kêmasiyan rakin,bila em wan sivik bikin.Ji ber pêşxistina rojnamegeriyê pêwîstiyeke gelêrî û niştîmanî ye. Di vê salvegerê de, ciwantirîn silav û rêz bo : - Giyanê damezrênerê rojnamegerya Kurdî . - Daner û xwênerên kurd,yên ku hêvîya parastin û pêşxisina zimanê me ne. - Nîvîskar , helbestvan , rojnamevan û hezkerên zimanê kurdî. - Hemû xebatkerên ragihandina Kurdî , rojname , kovar , telefizyon , malper , komît û grûpên rewşenbîrî . Cejna we tevan pîroz be Komîta Çalakiyên Kordewarî 18/4/2008 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |