|
18/4/2008 Dilê mêrik bi jinkê nexweş bû go hevîr diki qû….!! )rewş û name) dilyarê xanê Go teyrek hebû teyra gişa lê dixist, ewî jî dihat li çêlîkê xwe dixist !!.yahooo , tê bê qey rewşa ku miletê me têde ye , têra van siyasetnokê tevgera kurda li sûriyê naki, yahoo, xelk ji alîkîdi , ji birçîna dimrin ,û ji alîkî dijmin cavê wî sorbûni û xwîna xorta dirjîni , ji çar hawêr, rê li wan teng diki û wan di bajarê xerîbyê re derdixin , kuro ez benî , heya bi xwedê jî li kurdan hatiyi xezebê , nema baranê ji wan re dişîni weyy, ma îja ev hevbenda bi nav, çi dawê li hev dikin ez qurban ?. xuyayi ji bê karî, îja bi ser û guhê hev digrin,dibên, xwedê giravî filan kes , nizam çi xeber ji filan kesê ji dervî sînor ri daye!! , û em wilo qet qebûl nakin , em saxî ne mirî û filan keso , xebera ji filan kes re bide !,(e’lîkê betê ne ji hev re weyyy).nikarin bi ker dibezin kurtên, tewww , îja bala xwe bidin vê gosirmetê, do, p êr , li hev civyanin , jibo ku beyanekê bişînin ji dervî sînor,û bêjin ev çîrok derewi û ne rasti , wax…waxxx,li me ser gêja,,li me windabûya, siyasetkarê me nema zanin bê wê çi bikin, îja çîrokê vala li hev digerînin,û paya xwe pir kêm û nizm dikin,û dixwazin, wek bavpîrên me, go jibo bizinkê hevdû dikuştin, ew jî jibo xeberkê, hevbenda xwe ku qaşo kurdîye û dîmuqratîye, xera bikin,yanî wek ê go çû heyfa bavê, qûna dê li ser kir!!!!!!! De bela îja di vê bê buharîyê de jî , lotikên xwe li hevdû xînin, ma em çilo bikin , bira? Qey heya xera nebe , ava nabe!!!!????????? & nbsp; |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |