|
29/3/2008 Çi Ji Bizava Kurdî Tê Xwestin ? Zamdar Zindî Weke em tev dizanin ku, hebûna netewa Kurd li Sûriyê li ser axa xwe ya dîrokî ye; ne penaber û ji hindikên gelê Sûriyê ye, ji kok û pergala dewletê ye. Di pêvajoya dewleta Sûriyê de gelê kurd baca avakirin û berdewamiya wê pir giran daye, digel wê jî deslatdarên Sûriyê, ew bi zor û setemê diyar kirine û ji binî ve nepejirandine. Ji ber van ho û sedeman û hinên din hêşt tevgera gelê Kurd, weke tofekê ji ax, êş û hebûna xwe şîn û mezin bû. Ji ber wê doza Kurd rewşa dademendiyê wergirt û tevgerê nûnertiya wê ya rawe li Sûriyê stand. Bizava Kurd di ketin û rabûna xwe de, dikarî pir destkewt in biçûk bistandana, tevî ew deskewtî biçûk in, lê zev bi watên mezin û dîrokîne. Lê, gelê Kurd hê di tengazê de dijî û ji mafê xwe yê mirovane bê par e ; taku em xwe ji vê rewşa tal û tûj rizgar bikin û destkewtên hene biparêzin, zor setema li ser milê xwe sivik û rakin. Pêwîst e bizava Kurd li Sûriyê bi cavekî bilind û pirsyarî li têkliyên xwe bi xwe binêre û wan di çarçewa kongirekî netewî kurdî de bi ci bike û bi terixîne. Taku lêvegerek netewî jê peyda bibe ku bi yek ziman bi hemî hebûyê rêzanî û civakî û rewşenbîrî re bide û bistîne û rê li ber lîstik û minewerên deslatê û yên din bibirin. Ji ber vê lêvegera Kurd li Sûriyê bûye pêwîstiyek dîrokî, kar û xebatek îjdil jê re divê. Ev ustbariya hemî baskên bizavê û fereziyên serbixwen e. Lê, mixabin hin partî kurd hene, ji kiryarên wan tê aguhdar kirin, her rojekê li hêlek tevgrê radiwestin û bi deruşmên xwe yên germ, bi pêş dîrokê dikevin û tim dûrî karên hebeş in, pozbilidiyek pûç û lûç li serê partiyên din dikin, bi çi awî be û li ber kîjan nêrîn, diruşman û pêşniyaran be lihevkirina kurd ji hev dişmitînin û yasayên diblumesiyê û danstandinê nizanin biparêzin, jê re ne dilsoz in. Li vir ji partên serek û gavên pîvayî davên tê xwestin, xwe bi ber bayê wan nexin û doza karên hevbeş bi wan re bikin. Kevir û kelemên li ser riyê rûniştina kongirekî netewî kurdî çê dikin. Di doza rûniştina kongirê netewî bikin û wê bajon serî ta ew lê beşdar ne bin jî. Ji ber ku rojên tên, li me netên piyar kirin (rihmê) û barê guhartinê li me giran dibe, derengî û dûrxistin netê pejrandin. Li rex têkiliya kurd xwe bi xwe û hevdana mala kurd, milet û tevgera kurd têkilî bi gelên Sûriyê din re pêwîstiyek mezin e . daku miletê û tevgera Kurd li Sûriyê, li gor rewşa êsta û nêrînên cîhan û herêmê dijî û tê re derebas dibe, divê baş hûrikên wê binasin û bi rastî jî hebûna Sûriyê weke niştiman ji xwe re bibînin û jê re dilsoz bin û bipejirînin . Divê daxwaz û gavên me pir pîvayî bin, dûrî derûşmên qelakirî û sergerm bin yên xizmeta deslatê û erebên çavteng dikin pirtirî doza gelê Kurd bikin. Li ber nêrîna hemwelatiyê û Sûriyê welatekî hevbeş ji gelê wê re û em Kurd wek miletekî xwedî maf bi kesên ne Kurd xwe bidin nasîn, ku ew li rex mafê me rawestin û erê bikin . Em hebûyên Sûrî bi hemî kakilên xwe, çi netewî, û çi olî û rêzanî… hebûna hev rêz bigirin û ramana demukratiyê biçînin, ku bi hev re bijîn . Ev erk û ustbarî gelek giringin e. Divê em biramin çi li hindir, çi li derve dostan, ji doza xwe re pir bikin . Ji ber vê, belgeya mafê gelê Kurd yê ji hêla tevgerê ve erê bûye , li gor dema niha li pêş e. Têkiliya tevgea Kurd li Sûriyê, bi rêxistin, partî û komelên mafê mirovan re zû bi damezrandina danezana Şamê ber girt, ew jî gavek durist e li ser rê ye. Deriyê xebatê li ser piştê ji tevgera Kurd re vebû, pê re erk û ustbarî jî bilind bûn. Divê em jî bi qaserî wan bin, ji ber ku em ji sibe deshatdarên Sûriyê ne. Zamdar Zindî www.Zorvan37@yahoo.com |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |