|
11/4/2008 Çima Deslat Har û Dîn Bûye ? Zamdar Zindî Di serdema şerê sar de, herdu hêzên serek e ( Sufyet û Emrîka ) ristên di çarçewa wan de , digerîn, li ber siha vê nêrînê gelek deslatên diktetor û faşî li cîhanê pêk hatin. Taku bi wan perjwendiyên xwe li cîhanê biparêzin, li ser binpêkirina mafê mirovan e û winda û kuştar kirina netewan û çav li ser kirarên wan dadimirindin. Van ristên han civakên xwe hilweşadinin û gemirandin, jê tewjimên( Teyarat ) serhişk û mêjî teng peydabûn û destên dirêj asayêşa netewî yên dewletên mezin kirin û rewşenbiriyek têrorî belavkirin, li serê civak û dewletên xwe bûne bela. Ji ber van rewşên tal û tûj li cîhanê û guhartina îstîratîciya dewletên mezin, ku demokratî li Rojhilata Navîn pêk were ew ê bi reng û şêweyekî nû berjewendiyên wan bi riya cîhangêriyê bên paristine. Ev îstîratîcî û nêrîn teris û dijî hebûna dewletên tevahî û setmkar in. Ta roja îro ev îstîratîciya li hemî deran ne wek hev û cuda ye. Aya li gor berjewendiyên xwe wê dipîvin û bi kartînin. Deslata Sûriyê yek ji wan e, tersî ref û baskên cîhan difre, xwe bi deslata Îranê ya ku mêjiyê xwe ji dema kevirî ve girêdayî ye û ketiye binçengan, berjewendî û bar gelşên Îranê bi civaka dewlî re li milê gelê Sûrî sîwar dike. Destê asayşên xwe yên bi xwîn, ji Libnanê nakşîne, bi tundî destkên xwe weke darkê pelûlê hindirê Libnanê tev dide û kend kospsan li ser riya lihevkirina wan ava dike. Daku cihê xwe bi Îsraîl û Emrîka re di devjengê de xurt bike û gumanê li ser xwe bi yan de û xwe ji dadgeha dewlî bişo û dûrxe. Sînorên Sûriyê li ser piştê ji çekdarên diçn Îraqê şer dikirin re vekirîne û bûn sersedema gelek kuştar û peqandinan. Ji dest dirêjkirina deweletên cînar; gelê Îraqê bacek pir mezin û giran da. Ji ber vê deslat ji hêla civaka dewlî ve hatî dorpêç û nandozkirin û bawerî pê winda bûye. Wek tê xuya deslatê wate ji guhartinên cîhanî têngihêştî û ji dûvê Sedêmê yê rep bûye ranekiriye. Deshilata Sûrî bi raweya dewlî re di vê kefelefê de ye û pir lê tê guviştin û zorkirin, li sirên wan netê dîtin. Çiqas lê tê zorê û riswa kirin; ewqas destê xwe li ustiyê milet û partên ne pê re diguvişe. Weke jê tê agahdarkirin, dixwaze nameyek zordariyê ji hindir re bi rêk e û ji der ve re jî bêje wîn çiqas li min zor bikin, ez ê hêzên guhartinê di hindir de bipişfînim, ku çi dixwaze bi cî wîn e. Lê, xwe ji bîrvekirî hîmên guhartinê pir mezin bûne û rewş hêdî hêdî tê biraştin. Rewşên Sûrî tev di alozyên pir teng û mezin de ne, gelê Sûrî di sîfîl û xizanyê de dijî, jiyan pê tel kirine. Lê, jê hez dike. Ji ber vê part û mirovên serbixwe, piştî guftûgoyê xwe di bin navê danezana Şamê de li ser rêbazekê kom ser hev kirine. Danezana Şamê di va civata xwe dawî de, karî bû bejn û bala xwe ya rêxistinê ava bikira û piraniya hêz û tewjimên rêzanî bi hemî alî û kakilên xwe ve nêrînên xwe ji hev nêzk bikirana û şêweya guhartina Sûriyê û erê kirin ji mafê gelê Kurd re, çareserek damokratîk jê re wer dîtin, daxuyanekê hate aşkere kirin. Vê pêngavê li ba gelê Sûrî û dostên wê payek bilind wergirt û ciyê vehesê û rêzgirtinê bû. Cara yekê ye di salên pêncî û vir de hevrikek îjdil dijberî deslatê çê dibe, û pirogramek nûjen datînin. Tevî hevrikek teze ye, lê watenî mezin nîşan dide. Lê, ji hêla deslatê ve, zengilê biveyê lêdixe, tebatiyê jê distine. Bi har û dînî dest dirêj serokên daneza Şamê dike, bi dehan ji wan digre. Wan xiniz û bêbext dike û bi hêz û bi dewletên derve ve girê dide, taku rûyê wan reş û tenî bike, berî gelê Sûrî wê hevrikê hembêz bike û xwe li dorê bipêçe û destlat şilf û tazî bibe, wan dixe zîndanan û dadgeh dikin. Ji wa ye wê pêvajoya xebata ji ber demokratiyê û mafên mirovan rawestînin û di jariyê de bihêlin û ji dewletên pişgiriya demokratiyê û mafên mirovan dikin bêjin. Em ê wan jar û lawaz bikin û wan li derveyî Sûriyê bihêlin. Ku xwe bi hêz stûr û pêdar xuya bikin. www.Zorvan37@yahoo.com |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |