|
26/4/2008 Tenûr bi tirr û fissa germ nabe…. !! Dilyarê xanê Rewşa abûrî li sûriyê, ro bi ro xerab dikeve , hin ji mewadên xwarinê ,serê sedî sed, hatiye ser, û pirên mewadên din ,ji xwe sînor ji buhabûna wan re nema ye , û wek berê em dizanin ku her tişt li vî welatî bê fesad nema ye , heta bi exlaqê xelkê li ber niga çû ye, û ji xwe ji berê de, pere û mal , tev de ji nav wan dane hev ,çi bi eşkere , û çi di riya qanûna xwe re ,û di bengan de, dinalin li bende xwedyê xwene . dibêjin : yabo ma xwene li cem me tenê ,mewad buha bûne , va ye li dinyayê tevdî ev çîrok û rewşe , tew mazot û mewadê betrolê , li cem me kêmî xelkê tevda ne!!. bi xwedê em jî zanin ku mewad li dinyayê tevî buha dibin, lê ne bi ecêba cem me welatxurno , dûri li cem xelkê kar heye ..kar , meha ku ji karê her mirovekî tê , ne kêmî 1000 dolariye , bêrîkên wan tim germin , ne wek cem me , tim bi qul û valanin baban, û bêrîka ne bi qul jî , her gav destê we têde ye bertîlxurno, û di salên xerab de wek îsal ku mûsimê genim jî tune ye , dewletê xelkê li miletên xwe xwedî derdikvin û perê mûsimê wan didin wan, ne wan bêtir şûtî rût dikin , û destê xwe dixin zengelolka wan…!! Tew tirsa mezin ku xelk ketinênê , buha bûna mazotê ye , ji ber ku mazotê buha bikin , wê mewad tev de wek sarûxê bilind bibin , û hilkişin , îja bi hersî navê xwedê nema ne bonê şekirê sor û birinca çemçûlaqî fêde dike, û nema ev çîroka nuh a qesîmê mazotê zikê birçî ji xelkê re têr dike , ew carê çîrokek vala dadixin nav xelkê, jibo ku wan pê bişuxulînin, xwe ji bîr dikin ku girê birçî bûnê , ji sarûxê xurtiri, û tenûra sar nema bi tirr û fissa germ dibi, û zikê vala nema bi gotinan tije dibe heyran.? |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |