|
18/4/2008 Rojnamevaniya Kurdî (Gotina Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê di bîranîna roja rojnamevaniya Kurdî de) Di roja 22 ê Nîsana sala 2008an de, 110 sal di ser weşana yekemîn rojnameya kurdî(KURDISTAN) re derbas dibin. Ev rojname stêrka pêşî bû ku rê li ber rojnamevaniya kurdî ronî kiriye. Rojnamevaniya kurî li Sûriyê jî li ber vê roniyê pêkên pêşî avêtine, lê mixabin ta îro roj jî ew di rewşeke zor û dijwar de û di bin merc û hoyên awarte de dijî. Ev yeka jî ziyanê dighîne ziman, çand û civaka kurdî. Bi navê Kovrên kurdî li Sûriyê em dozê li nivîskar û rewşenbîrên xwe dikin ku ew ziman, wêje û kultûra xwe biparêzin, herweha jî dozê li rêjîma welêt dikin ku zimanê kurdî bi rêdaneke mîrî serfiraz û azad bibe û rê bide ku zimanê me di çerxa xwe ya durust de bigere. Bi vê bûneyê, em pîrozbahiya rojnamevan, rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên gelê xwe dikin. Bi hêvî ne ku ew li pirsa ziman û çanda xwe xwedî derkevin û parastina mafên serbestî û serfiraziya rojnamevaniya kurdî bikin. Di vî warî de, em çilsaliya kovara Gulistan pîroz dikin, hêvîdar in ku her ew bimîne stêreke geş û ronak di asîmanê wêjeya kurdî de, herweha jî em derçûna kovara ZAR pîroz dikin, hêviya serketin û berdewamiyê jê re dikin û wê weku endam di nav koma kovarên kurdî de li Sûriyê dipejirînin. *Silav û rêz ji giyanê rêberê rojnamevaniya kurdî Mîr Miqdad Midhet re. *Silav û rêz ji bo hemî kes û aliyên di ber rastî û peyva azad de kar û xebatê dikin. Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê 10.04.2008 Z- 2620 K |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |